Mesrûr Barzanî sersaxî ji êzîdiyan re xwest
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg peyamek belav kir û sersaxî ji Êzdiyan re xwest.
Ev jî peyama Mesrûr Barzanî ye:
“Malbata Mîrê Êzdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Tehsîn Beg
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya ( Mîrê Êzidiyên Kurdistan û cîhan û kesayetiya nîştimanperwer ya Kurdistanê Mîr Tehsîn Beg gehêşte me û em bi bîhistina vê nûçeyê gelekî xembar û dilgiran bûn.
Bi vê boneya xemnak, hevbeşbûna xwe di xem û keseran de ji malbeta vî ya birêz re radigehînim, serxweşiyê ji meriv, dost, xelkê Kurdistanê û tevahiya birayên Êzdî li Kurdistan û cîhanê re dixwazin.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku rehmetî bixe ber rehm û dilovaniya xwe û sebr û aramiyê jî bide tevahiya aliyan.
Birayê we Mesrûr Barzanî
28.1.2019”
568
