Efrîn .. Di encama teqêna PYDê li xwe girtiye, kurdek şehîd bû
ARK NEWS .. Teqîna navenda Bajarê Efrînê ku di 16ê Çileya 2019an li Soq El Hal ya bajêr rû dabû û PYDê ew teqîn li xwe girtibû hîn jî welatiyên sivîlên kurd baca wê teqînê didin ya herî dawiyê jî welatiyekî kurd ku di teqînê de hatibû armanckirin ji ber birînên xwe li nezweşxaneyeke Turkiyê de şehîd bû .
Jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku welatiyê bi navê Kamîran Zêbo ku xelkê gundê Avrazê yê ser bi navçeya Mabeta ye ji ber birînên xwe yên giran duh 28/1/2019 di nexweşxaneyeke Turkiyê de şehîd bû .
Di 16ê mehê de teqînek bajarê Efrînê hejand di encam de hijmarek ji welatiyên kurd navbera şehîd û birîndar bûn.
Piştre PYDê ew teqîn bi operasyonekê li dijî girûpên çekdar bi nav kir lê li gor dîdevan û çalakvana bi tenê sivîl bûbûn qurbanî ji ber ku di cihê teqînê li Soq El Hal a Efrînê de tu navend û baregehên çekdaran tune bû bi tenê sivîl karûbarên bi rê ve dibirin .
Ş.E
532
