Şahê Urdinê pêşwaziya Serok Barzanî kir

Şahê Urdinê pêşwaziya Serok Barzanî kir

Jan 28 2019

Serok Mesûd Barzanî û Şahê Urdinê civiyan û di wê hevdîtinê de herdû aliyan aramî û pêşkeftin û asayişa navçeyê gotûbêj kirin.

Di çarçoveya serdana Serok Barzanî ya li Şahnişîna Urdinê ku li ser vexwendineke fermî ya Şahê Urdinê hate encamdan, êvariya roja yekşemê 27.01.2019 Şah Abdullah Şahê Urdinê li Koşka Huseyniye ya li Ammana paytexta Urdinê pêşwaziya Serok Mesûd Barzanî û şanda li gel kir ku ji Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî û Elî Husên Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de ku Emîr Feysel Bin Husên birayê Padşahê Urdinê û Şêwirmendê Şah û Serokê Nivîsîngeha Şahane û Serok Erkanê Hevbeş û Birêveberê Hewalgiriya Urdinê amade bûn, rewşa siyasî û guhertinên dawî ya navçeyê guftûgo kirin.

Di beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê û her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Urdin û Iraqê û tekez li ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera herdû aliyan kirin.

Hevkarî û hevahengiya ji bo aramî û pêşketin û asayîşa navçeyê û rûbirûbûna teror û tundiyê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Di vê serdana Serok Barzanî de şîvek li ser şerefa Serok Barzanî ji aliyê Şahê Urdinê ve hate rêkxistin.

534