Girkê Legê .. Çilroja şehîd Haşim Izedîn hat vejandin

Girkê Legê .. Çilroja şehîd Haşim Izedîn hat vejandin

Jan 26 2019

ARK NEWS .. Di 25ê Çileya 2019an, çilroja şehîdbûna Pêşmerge Haşim Ebdulqadir Izedîn li gundê Erûr yê ser bi bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ve hat vejandin .

Di merasîma çilrojê de xuleke bê deng li ser cane pakrewanên Kurdistanê û canê şehîdê Pêşmergeyê Roj Haşim Ebdulqadir Izedîn hat rawestandin .

Piştre gotin ji aliyê hin kesayetiyên beşdar hatin xwendin û behsa rola Pêşmergeyan hat kirin .

Merasîm ji aliyê malabata şehîd ve hatibû lidarxistin û vexwendin ji Xwecihiya Gerkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê re hatibû şandin, û ew bi hijmarek ji xelkê beşdar bûn .

Şehîd Haşim Ebdulqadir Izedîn di 15/12/2018an dema ji erkê xwe vedigerî mal li Duhokê rastî bûyereke hatûçûnê hat di encamp de şehîd bû.

Ş.E

497