Efrîn .. Çekdar bi hev ketin

Efrîn .. Çekdar bi hev ketin

Jan 26 2019

ARK NEWS .. Li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê li taxa Vêlat girûpên çekdar bi hev ketin, û şer di navbera wan de derket .

Jêdarên ragihandinê dane xuyankirin ku duh 25 Çileya 2019an ji ber nakokiyekê di navendeke kirîn û firotina çekan li taxa Vêlat de bazirganekî ereb ku xelkê Qelemûn e ji aliyê çekdarên El Şerqiyê ve hat kuştin û birayê wî û hin kes birîndar bûn .

Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet îro ji Efrînê ji ARKê re ragihand ku ji berbanga sibê de rewşa hawarçûnê û amdebaşiyê tê dîtin û rêya sereke ya Mehmûdiyê û Dusayda Rojava hatiye girtin û tu kes nikare bi serbestî çûn û hatinê bike .

Ş.E




529