Efrîn .. Nasname ji ereban re tên derxistin

Efrîn .. Nasname ji ereban re tên derxistin

Jan 15 2019

ARK NEWS .. Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê duh 14 Berçile ya 2019an ragihand ku hikûmeta Turkiyê bang li Encûmenên Xwecihî li navenda Efrînê û navçeyên wê kiriye ku dest bi derxistina kertên eliktironî yên kesayetî ji xelkê resen û ereban re bikin, ku ew kert wek nasnameyên kesayetî têne naskirin û dose û belgeyên sivîlan ango sicil medenî bi wîlayeta Hatay ya Turkiyê ve girê bidin .

Li gor rêxistina navbûrî ku mebest ji derxistina nasnameyan bicîkirina erebên ku hatine herêma Efrînê ye, û ew ereb wek xelkê resen werin hijmartin, ku bi wê yekê erebên hatine Efrînê careke din bi vegera mal û milkên xwe hizir nekin,
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ew gav bi gava yekem ji guhertina demoxrafiya Efrînê, û rawankirina wê li gor yasa û biryarên hikûmeta Turkiyê be .

Ji aliyê xwe ve çalakvanekî kurd ji Efrînê nexwest navê wî were eşkerekirin ji ARKê re ragihand ku biryarên wisa dikeve xizmeta guhertina demoxrafiya Efrînê, û bi sedan hilmetên tarîbkirinê ku ji aliyê girûpên çekdar û hikûmeta Turkiyê ve hatiye sepandin, û anîn û pêşwazîkirina çekdar û malbatên wan, ew hilmet hişt ku kurd bibin kêmnetew û ereb bibin deshelatdar û pirnetew .

Wî çalakvanî di riya ARKê re bang li rêxistinên cîhanî û mirovî kir ku destêwerdanê bikin û hilmetên guhertina demoxrafiya Efrînê rawestînin, herwiha bang li derbiderên kurd yên li nav kampên de kir, ku careke din vegere Efrînê û dest ji kampan berdin da ku nasnameya kurdî ya Efrînê winda nebe û Efrîn ji kurdayetiya xwe neyê xwar .

Ş.E

469