Heleb .. Keçeke 2 mehî ji serma re jiyana xwe ji dest da
Jan 13 2019
ARK NEWS .. Li bajarê Helebê keçek temen 2 mehî ji serma re û ji ber tunebûna alav û mewadên germkirinê jiyana xwe ji dest da.
Li gor jêderên xwecihî ji Helebê ragihandine ku keça bi navê Xîna ya ji taxa Bab El Nêreb a Helebê duh 12/1/2019an ji serma re û ji ber tunebûna mazotê di mal de jiyana xwe ji dest da .
Taxa Bab El Nêreb a Helebê wek hemû taxên Helebê di bin destê rêjîma Esed de ye .
Ş.E
606
