Endamekî encûmena herêmî ya PDK-Sê li Helebê koça dawiyê kir
May 25 2023
ARK NEWS... Li bajarê Helebê endamekî Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya, duh 24ê Gulana 2023yan koca dawî kir.
Endezyar Mustefa Elûş endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriyê li taxa Şêx Meqsûda Helebê koca dawî kir.
Di dirêjahiya jiyana xwe de bo doza gelê xwe dilsoz bû, 3 salan di zîndana rêjîma Sûriyê de maye, ji ber beşdarî di Newrozê de dikir û çalakî li dar dixistin.
Navbûrî ji gundê Gerwrika yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li Helebê dûr ji zêdê xwe bi xakê hat spartin.
96