Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê, Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya pîroz kir
ARK NEWS… Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê pîrozbahiyek bi helkefta bidawîhatina karên kongira 12an ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya belav kir.
Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê di pîrozbahiya xwe de, hêvî kir ku biryarên kongira Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di xizmeta doza kurdî li Rojavayê Kurdistanê û gelê Sûriyê de bin.
Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê got jî nexasim piroje, xebat û armancên hevbeş navera her du aliyan di bin sêwana Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê de hene.
Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, kongira xwe ya 12an ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, her du rojên 10-11ê Hizêrana 2023yan bi rê ve çûbû, bi dawî anî, û Mihemed Ismaîl weke serkretêr hilbijart.
336
