Efrîn .. Ciwanekî gundê bircê serjêkirî hat dîditin û jineke êzîdî bi bombeyekê hat terorkirin
Beriya du rojan ciwanê Kurd yê bi navê Kemal Mihemed Elî û hevparê wî yê Ereb Xelef ji gundê Um EL Hoş di dema zeviya xwe de kar dikirin ji aliyê girûpên nenas ve hatin revandin û îro 28/6/2018an di nav zeviyeke gundê Birc Ebdalo de herdu kuştî hatibûn dîtin.
Jêderek taybet nêzîkî bûyerê û ne xwest navê wî eşkere bibe li ser zarê berpirsên Turkan ji ARKê re ragihand ku Kemal Mihemed Elî û hevparê wî di kar de Xelef ji duh ve hatine terorkirin .
Jêderê herwiha amaje bi şêweya ku herdu navbûrî pê hatine terorkirin û got Kemal Mihemed Elî serjêkirî hatibû dîtin û hevparê wê yê ereb xeniqî hatibû kuştin û ta niha lêkolîn derbarê kûjerên wan de têne kirin.
Beriya du rojan jî jineke Kurda Îzîdî xelka gundê Qitmê di encama teqîna bombeyekê li mala wê de şehîd bû. Jêderek taybet ji navçeya Şera ji ARKê re ragihand ku jina Kurd ya bi navê Fatma Hemkî ya 66 salî li mala xwe li gundê Qitmê yê bi ser Efrînê ve di encama êrîşekê ji aliyê kesên nenas ve bi bombeyekê li ser mala wê de şehîd bû û kesên bi wê êrîşê ve rabûne ne hatine eşkerekirin.
Roja Çarşemê 27/6/2018an du teqîn li navenda bajarê Efrînê çêbûn û di encama wan herdu teqînan de hijmarek mezin şehîd bûn û ziyanek mezin gehişt malên welatiyan li gor amarên destpêkî ku bi destê ARKê ketine ku hijmara qurbaniyan gehiştiye 13 kesan û piraniya wan çekdaran û hijmara birîndaran gehiştiye 50 kesî li gor jêderên xwecihî ku welatiyekî Kurd xelkê gundê xelîlanka yê bi navê Ehmed Xelîl di encama wê teqînê de şehîd bûye.
Ji destpêka derbasbûna girûpên çekdar ji nav xaka Efrînê û binpêkirinan di derheqê welatiyên Efrînê encam didin bê ku rêgirî ji wan re were kirin.
ŞÊXO EFRÎNÎ
1415
