Rêjîmê merasîmeke leşkerî li Hesekê li dar xist
Rêjîma Esed di liv û tevger û çalakiyên xwe li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê berdewam e, çalakiyên partiya Elbe's, çalakiyên leşkerî û seredanên berpirsên pileblind û gelek çalakiyên din jî.
Duh li nava bajarê Hesekê, serkirdayetya polîsên Rêjîmê li navenda Ketîbeya Parastinê ahengeke derçûna xuleke çekdarên ewlekariya xwe ya navxwe li dar xist.
Di wan merasîman de wêneyên serokê Rêjîmê Beşar Elesed û bavê wî Hafiz Elesed, herweha alên Rêjîmê û yên partya Elbe's hatin bilindkrin, herweha nemayişne leşkerî hatin pêşkêşkirin.
Beriya çend rojan jî, şaxên Partiya Elbe's ya Rêjîma Sûriyê yên Dêrik û gundewarê wê kongirên xwe yên salane li dar xistin.
Şaxê Hesekê yê Partiya Elbes li ser rûpela xwe ya fermî belav kiribû ku şaxên gundewarê Dêrikê yên Partiya Elbe's li hola şaxê Qamişlo ya Partiya Elbes kongirên xwe yên salane li dar xistin.
Şaxên gundewarên Dêrikê ku kongirên xwe li dar xistine, piraniya wan yên gundên erebên Xemir bûn, yên pirojeya Zinara Erebî, ku ta weke îro jî li nav zeviyên cotkarên kurd in, û zarokên wan tevlî Asayîşa PYDê û saziyên wê bûne.
434
