Çarenivîsa 8 efserên kurd piştî KNK çî ye ?

Çarenivîsa 8 efserên kurd piştî KNK çî ye ?

Jan 07 2019

ARK NEWS ... Nêzîkî 5 salan e û her heşt efserên kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûne bê çarenivîs in, tevî ku li herêmên dibin kontrola Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê hatibûn binçavkirin lê PYDê danpêdanê bi hebûna wan efseran di zindanên xwe yan jî radestkirina wan ji rêjîma Sûriyê re nake .

Piştî şoreşa Sûriyê û ji ber ku artêşa rêjîma Sûriyê bi karê sitemkarî û binpêkirinan derheqê gelê Sûriyê radibûn bi hezaran ji efser û çekdar ji artêşa rêjîmê cuda bûn, herwiha bi hezaran ji kurdên ku di leşkeriya rêjîma ya neçar û kesên xwebexş veqetiyan .

Di rêkeftina 17/4/2013an heşt efserên kurd ji artêşa rêjîmê cuda bûn û biryara hatina Herêma Kurdistanê dan, piştî xwe gihandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku di wê demê û ta niha jî ew bajar di bin destê PYDê de ye dengûbasên wan hatin birîn .

Efserên kurd ev in :
Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye

Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye

Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye

Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye

Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye

Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye

Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye

Li gor çalekvan û siyasetmedaran ku PYDê bi karê binçavkirina efserên kurd rabûne û ne dûr ku wek çawa serkirde Ebdulrehman Apo radestî rêjîmê kiribûn ew heşt efser jî radestî rêjîmê kiribe .

PYDê kongirek li jêr navê KNKê bi mebesta yekrêziya navmala kurdî li dar xist piştre biryara serbestberdana girtiyên di zindana xwe de û vekirina nivîsgehên partiyên siyasî da .

Lê pirsa ku tê kirin gelo PDYê bi niyaza xwe ya pak wek çawa DAIŞ serbest berdidan dê her heşt efserên kurd jî serbest berdin yan herî kêm danpêdan bi radestkirina wan ji bo rêjîmê bike ji ber ku ew berpirs di ber windakirina wan de ne ku li herêmeke dibin destê wan de hatibûn binçavkirin û windakirin .

Ş.E




477