4 Sal ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin.

4 Sal ser şehîdbûna 4 Pêşmergeyên Roj re derbas dibin.

Jan 07 2019

ARK NEWS .. Di 7 Çileya sala 2015an de 4 Pêşmergeyên Leşkerê Roj li Herêma Kurdistanê de di şerê mezintirîn rêxistina terorê li cîhanê rêxistina DAIŞ a teror xwe kirin cangoriya xaka welatê pîroz û navê xwe dinav pakrewanan de tomar kirin .

Pakrewan Besam Xelef, Basil Hacî Hacî, Xemgîn Qedrî, Emgiyan Badînê di roja Çarşemê di 7 mehê de sala 2015an li dibistana Xirayic li navçeya Tilefir li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî û şehîd bûn .

Rêxistina DAIŞ a teror di riya otombîleke leşkerî ji corî hemir xaleke kombûneke hêzên Pêşmergryên Roj li gundê Birhêwe li navçeya Tilefer kir armanc û di encam de her çar Pêşmerge Leşkerê Roj şehîd bûn .

Pakrewan Besam Mihemed Xelef ji gundê Girziyaretê Çolê yê ser bi Girkê Legê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye .

Basil Hacî Hacî ji gundê Til Xinzîr yê ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye .

Xemgîn Qedrî Osman ji gundê Dîrona Qulinga yê ser bi Tirbespiyê yê Qamişlo ye .

Emgiyan Mustefa Badînî ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye .

Di 8 Berçileya sala 2015 angu piştî şehîdbûna wan bi rojekê ji bo Rojavayê Kurdistanê hatin rêkirin û li dergehê Sêmalka yê hevînor navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de bi hezaran ji xelkê Rojavayê Kurdistanê pêşewazî li cinazeya şehîdan kirin .

Herwiha şêniyek mezin xatira xwe ji wan pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê li pêş nexweşxaneya Pizîşka Dadwerî li parêzgeha Duhokê xwestin û bi cenazeyan re ta sînorê Rojavyê Kurdistanê çûn .

Ji bilî penaberên Rojavayê Kurdistanê serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiy Demoqrata Kurdistan Sûriya û berpirsê nivîsgeha peywendiyan ya PDKSê li Hewlêrê amedebûn .

Herçar pêşmergeyên Leşkerê Roj li nav xaka xwe li Rojavayê Kurdistanê bi xak hatin spartin .

Hêzên pêşmergeyên Roj ji ciwan û keçên Rojavayê Kurdistanê pêk tên û li herêma Kurdistanê katin meşq û rahênanê de û di şerê DAIŞ a teror û Heşda Şabî li kêlek hêzên pêşmerge şerê wan herdu dagîrkeran kirin û bi dehan ji wê hêzê di şerê berevaniya Kurdistanê şehîd bûn û navê xwe bi serbilindî û şanaziyeke mazin tomar kirin .

Ş.E

643