
Sê sal ser şehîdbûna Pêşmerge Selah Seîd re derbas dibin
Jan 05 2019
ARK NEWS ..Îro Sê sal ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd re derbas dibin.
Şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd beriya sê salan di rojeke weke îro de 5/1/2016 di dema di erkê xwe de bû li parêzgeha Duhokê rastî bûyereke hatûçûnê hat û di encam de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.
Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd xelkê gundê Hesendêra yê navçeya Şera ya Efrînê ye û li goristana Kesnezan ya Hewlêra paytext bi xak hat spartin .
Ş.E
398