HSD bendava Tişrîn radestî Rêjîmê kir
Jan 02 2019
Rojnameya Elweten ya nêzîkî Rêjîma Esed belav kiriye ku çekdarên HSD yên bi ser PYDê ve bendava Tişrîn ya li gundewarê Minbcê radestî Rêjîmê kir.
Rojnameya navborî li ser zarê jêdereke kurdî ku bi bawerpêkrî bi nav dike, belav kiriye ku Rêjîma Esed bendava Tişrîn ya sitratecîk ji destê çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk wergirt.
Her li gorî wê rojnameyê ku çekdarên Rêjîmê xwe li gundewarê Minbcê li ser hêla navbera HSD û çekdarêN mertala fratê de bI hêz kirIye, ew yek jî piştî banga çekdarên YPGê yên bi ser PYDê ve ji bo vegera Rêjîmê ji bo wê derverê weke parastin ji gefên Turkyê.
432
