PYD ciwanên leşkeriya wê bi dawî anîn, bernade
Partiya Yekîtya Dîmuqratîk PYD ciwanên ku leşkeriya wê ya neçarî bi dawî anîn bernade.
Di giştbiriyarekê de, serkirdayetiya çekdarên berevaniya xweser ya PYDê raghand ku ew ê xula sih û yekê ya ciwanên leşkeriya neçarî li cem xwe bihêle û ew wan ciwanan tevî ku leşkeriya wê bi dawî anîn, bernade.
Serkirdayetiya çekdarên bervaniya xweser ya PYDê sedema wê yekê weke behane, vegerand rewşa ku dever tê re derbas dibe.
Ji destpêka Rjîma Esed hin navçeyên Kurdistana SûrIyê radestî PYDê krin, ta niha, PYD b hezaran ciwanên kurd bo leşkeriya xwe ya neçarî revandin, û tevlî şerên xwe li navçeyên derveyî Kurdistana SûrIyê mîna Ninbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê kirin, û bi hezaran ji wan ciwanan şehîd bûne.
Ji ber siyasetên PYDê, nexasm leşkeriya wê ya neçarî, rêjeyeke blind ya ciwanên kurd ku temenê wan navbera 18 ta 30 salî de ye, ji Kurdistana SûrIyê berev welatên derdor û Ewropayê koçber bûne, ta radeya ku êdî dîtna ciwanekî kurd bi wî temenê li nava kolanên Kurdistana sûrIyê, buyereke seyr e.
519
