D.r Ebdulhekîm Beşar : Pêşeroja Rojhilatê Feratê piştî vekişana Emerîka çî ye?

D.r Ebdulhekîm Beşar : Pêşeroja Rojhilatê Feratê piştî vekişana Emerîka çî ye?

Jan 01 2019

ARK NEWS..Endamê Partiya polîtbîroya Demoqrata Kurdistan-Sûriya D.r Ebdulhekîm Beşar duh 31/12/2018an gotarek di bin navnîşana piştî vekişana Emerîka ji Rojhilatê Feratê çi heye belav kir .

Di gotarê de hatiye ku Emerîka xiyanet li Kurdan li Sûriyê nekiriye ji ber ku peywendiya Emerîka û çekdarên bi ser PYDê ve di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê bû ye ew hevpeymanî behtir ji 60 welatan tê de beşdar bû û dema ku şerê li dijî rêxistina DAIŞ a terorist bidawî hat wate normale Emerîka xwe vekşîne ji Sûriyê û ew nayê wateya ku xiyanet li kurdan kiri ne ji ber ku Emerîka tu girêbest bi PYDê re girê nedabûn ku ewê wan biparêzin .

Gotara dektor Ebdulhekîm Beşar du fakterên li ser xakê li Kurdistana Sûriyê şirove dike
1. Çarenivîsa çekdarên PYDê û mîlîsên bi ser ve çi ye .
2. Kî dê cihê vala dagire
Di derbarê şarenivîsa PYDê D.r Ebdulhekîm Beşar dibêje du bijarde li pêş PYDê hene li Kurdistana Sûriyê yê paristina deverên bin kontirola wa ne û ew yek wê bibe sedem ku rastî artêşa Turkiyê û rêjîma Esed were û tunekirin û şikestina PYDê di wê demê de misûgere .

Bijarde ya didwan ku PYDê li girîbestên xwe yên bi rêjîma Esed re di derbarê paristina zeviyên betrolê vegerin beramber birek pere .. di hev demê ku pabendî bi girêbestên ku tekezî li ser tunekirna partiyên Kurdî yên ku li dijî rêjîma Esed bike .

Endamê pîlotbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya dibêje eger rêjîma Esed deverê hemî kontrol kir di wê demê de hijmarek rê li pêşiya PYDê ne ku careke din welatiyên Kurd bi taybetî malbatên şehîdan bixapîne ew jî ev in .

1. Rêjîma Esed wê tevahiya ciwanên ku di nav çekdarên PYDê de ne tevlî leşkeriya neçar ya rêjîmê bike .

2. Kesayetiyên temenmezin di nav rêzên PYDê de wê wan dikin zêrevan ji dam û dezgehên rêjîma Esed yên dûriyê rêveberiya rijêmê .
3. Kesayetiyên biyanî di nav çekdarên PYDê de wê werin derxistin ji Sûriyê .

4. Hijmarek kesên bi ser PYDê ve wê werin zîndankirin ji aliyê rêjîma Esed ve .

5. Tevahiya peykerên bi ser PYDê ve wê werin ji vav birin û siyasetmedar û çalekvanên kurd wê werin girtin û binçavkrin û daxwestî ji aliyê rêjîma Esed ve .
Fakterê din kî wê valahiyê bigre li Kurdistana Sûriyê .

D.r Ebdulhekîm Beşar eger PYDê li deverê bimîne wate Turkiya wê êrîşî PYDê bike û ji nav bibe eger radestî rêjîma Esed bike rêjîmê wê desthelata xwe ji ser tevahiya deverê feriz bike lê belê di wê demê de Turkiya wê razî be ku rêjîma Esed carek din bikeve li ser sînorê wê yan jî Turkiya wê daxwaza pêkanîna rêkeftina Edena bike ku 10 ta 15 kîlo mitran ji mafê Turkiyê ye ku derbasî Sûriyê bibe û li çekdarên bi ser PYDê ve bigere û wan armanc bike .

D.r Ebdulhekîm Beşar di wê bawerî de ye ku Turkiya wê daxwaza bicihkirina rêkeftina Edena bike û gernitiya Sûrî û Rûsiya tinê qebûl nake û eger li gorî xwestina Turkiyê rwşa deverê çareser nebe di wê demê de peywendiyên Turkiya û Rûsiya jî wê qelis bibin û nakûkiyên wan wê kûr bibin .

D.r Ebdulhekîm Beşar birsardeka tevî milmilaniya leşkerî û yasî li ser paşeroja Rojhilatê çemê Feratê bi taybetî rêxistina PYDê li ber wêranbûnêye .. gelo Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê li ku derê ye .

420