Panorama bûyer û rewşa Efrînê ya sala 2018an

Dec 31 2018

ARK NEWS .. Beriya sala 2018an hikûmeta Turkiyê, û berpirsên wê gefa derbasbûna Efrîna Rojavayê Kurdistanê didan, ji despêka sala 2018an liv û tevgera Turkiyê ya leşkerî li ser sînorê Efrînê roj bi roj bihêztir bû, bê ku aliyên kurdî nexasim PYDê ku desthelatdar bû çareyekê ji wan gevan re bibînin da ku Turkiyê derbasî Efrînê nebe.

20î Çeleya 2018an êrîşên Turkiyê yên esmanî, û bejayî li ser herêma Efrînê dest pê kir, û navenda bajêr, û heft navçe, Raco Şiyê, Cindirêsê, Mabeta, Bilbilê, Şera, û gundên wê rastî topbaran, û bombebaranê hatin .

Şer 58 rojan de berdewam kir, ku di çarçoveya wan rojan de bi hezaran ji ciwanên kurd yên nav PYDê de şehîd bûn, herwiha bi hezaran ji welatiyên sivîl ji ber êrîşên esmanî yên Turkiyê birîndar, û şehîd bûn, û jiyana xwe ji dest dan .

Herwiha bi hezaran ji navendên hikûmî û navendên xizmetguzariyê wek dibistan, nexweşxane, şarederî, firoşgehên welatiyan, rastî rûxandinê ji ber êrîşên esmanî hatin .

Li gor siyasetmedaran derdora 7000 şehîd li Efrînê ketine, piraniya wan xelkê Efrînê bûn, û çekdarên QSDê wek PYDê ragihandiye bi hawar Efrînê ve nehat, bi tenê ew kerwan pê berpirsên PKKê û PYDê berê xwe dan deverên din û reviyan .

Di dema şer de beriya PYDê ji her gundekî vekişe mayîn di nav zevî , mal û milkên sivîlan de diçandin, dema xelk vedigerî malên xwe mayîn di wan diteqîn û şehîd dibûn, ku bi sedan ji xelkê Efrînê bûne qurbaniya wan mayînan .

Piştî ku artêşa Turkiyê, û girûpên çekdar destê xwe danîn ser piraniya gundên sînorî, û pênc navçe ji bilî Mabeta, di 18 Adara 2018an PYDê ji Efrînê vekişî piştre girûpên çekdar derbasî navenda bajarê Efrînê bûn, piştre bi çend rojan, ango di roja 64an de, Turkiya bi fermî ragihand, ku Efrîn kontirol kiriye, lê hîn 12 gundên Efrînê ji aliyê herdu bajarokên Nubil, û Zehrayê ve mane ew jî ji bo parestina wan herdu bajarokên şî'î bûn .

Xelkê gundên sînorî ji ber êrîşan derbiderî navenda Efrînê bûn, û ji ber girbûna êrîşên esmanî, û bejayî li ser Efrînê bi deh hezaran ji xelkê Efrînê derbider bûn, û berê xwe dan derdora Helebê, û li wir çar kamp ji wan re hatin demezrandin, ku di rewşeke xirap de dijîn, bê ku alîkariyên guncaw ji wan re were pêşkêşkirin .

Girûpên çekdar dema derbasî Efrînê bûne wek kuliyên erdê dest bi karê diziyê kirin, hemû mal, milk ,kel û pelên nav malan de, firoşgeh, dukan , kargehên dirûtinê , guvajgeh û kargehên bêrînê, yên welatiyên sivîl talan kirin, û otombêl, û tiraktorên welatiyan dizîn, û li Idlibê û Izazê firotin .

Piştre dest bi kiryarên nemirovî kirin û bi dehan welatî bi destê wan hatin terorkirin, û kuştin, û bi hezaran hatin binçavkirin û rastî lêdanê hatin, û li hember serbestberdana wan daxwaza pereyan kirin .

Li aliyekî din hikûmeta Turkiyê, û girûpên çekdar rê li ber derbiderên ereb vekirin da ku li şûna kurdan de bi cî bibin, di encam de guhertinek demoxrafî çêbû, û êdî kurd li Efrînê bûne kêmnetewe, herweha PYDê jî bû sedema guhertina Efrînê ji ber ku nehişt derbiderên kurd vegerin Efrînê .

Tevê damezrandina Encûmenên Xwecihî, lê karê diziyê û talankirinê ji aliyê girûpan ve nehate rawestandin, û herdem bac li ser welatiyan disepandin. Derbeya mezin ji ziyana abûrî biryara Turkyê ji qedexekirina firotina berhemên zeytê ji bo dervey Efrînê bû.

Sala 2018an li ser Efrîniyan re derbas bû, herdem bihêvî û omîdin ku herêma wan careke din wek berê vegerin, û xelk û şêniyên wê li mal û milkên xwe vegerin, û girûpên çekdar derkevin û gund û bajarê wan şên bibin û şîna li ser Efrînê bibe şadî .

Ş.E


764