Bo yekem car balafirên şerker devera Bê çek binpê dike

Bo yekem car balafirên şerker devera Bê çek binpê dike

Dec 31 2018

ARK NEWS .. Di encama bombebarankirina devera bêçek li gundewarê Idlibê hejmarek kuştî û birîmdar ketin .

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragihand ku derengiya şeva bûrî balafirên şerker herdu bajarokên Mir`ind û Elzi`beniye li gundewarê Cisir Elşixûr li Rojavayê bajarê Idlibê bombebaran kirin di encamê de hejmarêk welatiyên sivîl hatin kuştin li gel birîndarbûna hejmarek kesên din .

Heman Rewangehê diyar kir ku ji dema ragihandina devera bêçek ji aliyê Turkiyê û Rûsiyê ve ev yekem care balafirên şerker devera bêçek li gundewarê Idlibê binpê dike .

Lava Abdou

586