Kirîza xazê li Eşrefiya Helebê derketiye

Dec 29 2018

ARK NEWS .. Taxa Eşrefiyê yek ji taxên bajarê Helebê ye ku ew tax piraniya nişteciyên wê Kurdin û îro rastî kirîzeke xazê hatiye ji ber kêmbûna madeyên xazê xelkê wê taxê gilî û gazinên xwe dikin .

Li gor perçevîdiyok li ser tora civakî ya Fêsbokê ji taxa Eşrefiyê belav bûye tê de diyar dibe ku kirîza xazê çê bûye û xelk ji bo çend demijmêran radiwestin da ku para xwe ji wê madeyê werbigrin .

Di heman vîdyoya hetiye belavkirin tê de bi dehan ji nişteciyên wê taxê li kolana Navenda Polîsan ku bi hara Mexfer tê naskirin rawestiya ne û li benda wergirtina para xwe ne . Gelek caran welatê nikarin di heman rojê de wergirin û neçar dibin ji bo rojek din rawestin .

Li gor agahiyên ku bi destê ARKê ketine ku ew kirîz piraniya taxên Helebê li xwe girtiye û kêmbûnek di madeya xazê de heye û ji ber wê yekê xelik gilî û gazinên xwe ji kêmbûna xazê didin xuyakirin .

Taxa Eşrefiyê û Şêx Meqsûd herdu taxên sereke ne ku bi taxên kurdan li parêzgeha Helebê têne naskirin û xelkê hemû herêman ji Efrînê , Kobanê û Cezîrê lê hene.

Piraniya wan taxan xelkê Efrînê ne ku ew xelk di dema rêjîma Beas de ji ber nebûna kar û siyaseta tarîbkirinê li Efrînê berê xwe dan Helebê û derdora 300 hezar ji kurdên Efrînê ji wan herdu taxan herwiha Bistan Başa Siryan Hullik û hin taxên din bi cih bûn .

Lê di çarçoveya çend salan de ji ber şerê hatiya serê Helebê piraniya wan careke din vegeriyan warên xwe li Efrînê û karûbarên xwe ji kargehên dirûtinê , tetrîsê û kargehên din yên pêdiviyên despêkî li Efrînê vekirin .

Şerê 20 mehê Berçile 2018an ku di 58 rojan de berdewam kir piraniya xelkê Efrînê ji mal û warên xwe derketin û beşek ji wan di riya qaçaxî re derbasî Helebê bûn û dûbare dest bi karê xwe kirin herwih beşek ji nav kampan de li derdora Helebê man .

Ş . E

420