Berpirsê PDKê li Şingalê: Em ditirsin tişta ku hat serê Efrînê were serê Şingalê jî

Berpirsê PDKê li Şingalê: Em ditirsin tişta ku hat serê Efrînê were serê Şingalê jî

Dec 20 2018

Şingal niha bûye mijara rojeva navçeyê, herwiha ew bajêr tije bûye ji hêz û alên cuda. Berpirsê PDKê li Şingalê dibêje: “Em ditirsin tişta ku hat serê Efrînê bi ser Şingalê de bê.

Balafirên şer ên Tirkiyê bi hênceta hebûna navend û cihên PKKê li Şingalê li Şingalê dan. Herwiha Hikûmeta Tirkiyê berdewam hişyariyê dide ku pêwîst e PKK û hêzên ser bi wê ve ji Şingalê derkevin.

Berpirsê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger rewşa Şingalê wisa berdewam bike, em ditirsin ku tişta ku bi Efrînê hatiye, bê serê Şingalê jî û Tirkiye leşkerên xwe bişîne Şingalê jî. Bêguman ew jî ji ber ku hêzên yasayî li Şingalê tune ne û me gelek caran daxwaz ji PKKê kiriye ku ji Şingalê derkevin, da ku belên din neyên serê Şingalê.”

Qadir Qaçax tekez dike ku ji ber PKKê û çend hêzên din xelkê sivîl ên Şingalê bûne qurbanî balafirên Tirkiyê, lewma jî koçber ditirsin û newêrin vegerin ser mal û halê xwe.”

793