Cêfrî : Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn

Dec 18 2018

ARK NEWS .. Piştî ku berdevkê çekdarên YPGê Nûrî Mehmûd çûna hêzek ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj ji bo Rojavayê Kurdistanê red kir û bi nerast ragihand, şandeyê emrîkî yê taybet ji bo Sûriyê tekez kir ku hêzek ji Pêşmergeyên Roj derbasî xaka Rojavayê Kurdistanê bûne .

Duh roja Duşemê 17/12/2018an Cêmis Cêfrî ragihand ku di roja yekşemê 16ê Berçileya 2018an hêzek ji pêşmergeên Rojava bi hemahengî bi wan û hêzên Sûriya Demoqrat re bi mebesta belavkirina ewlekariyê di deverê de derbasî nav xaka Rojavayê Kurdistanê bûn .

Li gor alavên ragihandinê û dîdevanan ku hêzek ji Pêşmergeyên Leşkerê Roj bi çekên giran û otombêlên xwe derbasî nav xaka Rojavayê Kurdistanê bûn û jêderan tekez kirin ku hin hevdîtin bi berpirsên Hevpeymaniya navedewltî ya li dijî DAIŞê li Sûriyê û berpirsên QSDê pêk anîn lê PYDê û alavên xwe ew yek red kirin nexasim berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd bi nerast ragihand û got bi tenê ragihanda PDKê behsa çûna Pêşmergeyên Roj kirin .

Çûna hêzên Pêşmergeyên Roj dengvedaneke bihêz û berçav di nav civaka kurdî li Rojavayê Kurdistanê de çêkir û xelkê Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê ta Efrînê ji kal û pîran jin û mêran xort û keçan biçûk û mezinan hêvî û omîda xwe ji hatina Pêşmergeyan derbirandin û bi sîngekekî fereh gotin ew amadene pêşwazî li hêzên birûmet bikin û herdem ew hêvî hîn li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê maye da ku ji gev û metrisiyan werin rizgarkirin .

Ş.E

578