Nivîskarên Kurd di xizmeta wêje û çandeke din de

Nivîskarên Kurd di xizmeta wêje û çandeke din de

Dec 17 2018

Nivîskarên Kurd di xizmeta wêje û çandeke din de
Raid Mihemed-Hewlêr

Di dîroka miletan de, serpêhatî û çîrok û helbest û gotin û bend tên gotin bi taybetî gelên ku li rojhilata navîn dijîn, nexasim gelê kurd ku piraniya wêjeya kurdî bi rengekî devkî ye û rêjeyek kêm jê hatiye nivîsandin, û gelek gel û milet ji bo wêjeya xwe jibîr nekin û biparêzin ji wundabûnê yan ji diziyê û ji bo nifşên li pêşerojê jî vî wêjeyî ejberkirin û binivîsin, lê ji ber ku ta vê demê ku me 18 sal ji sedsaliya 21an derbas kir û hîn 3 parçeyên kurdistanê rizgar nebûne ku bakurê Kurdistanê hîn di bin dagirkiriya dewleta Tirkiya de ye û Rojhilata Kurdistanê di bi dagirkiriya Îranê ye û Rojavayê Kurdistanê di rewşeke pir xirab derbas dibe, tenê Başûrê Kurdistanê di buhişta azadiyê dije, ku mafê Fedralîzim standiye û rêbaza xwendinê bi zimanê Kurdî ye û piraniya nivîskar bi kurdî dinvîsin lê berûvajî ,

kurdê parçeyên dî ji Kurdistanê bi zimanê Erebî yan Farisî yan Tirkî dinivîsin û di van zimanan de astekî mezin derbas kirine , ji xwediyê wan zimanan pihtir şareza ne û zîrektirin ku kilîtên zêrîn di destê wêjevan û Nivîskarên kurd de ne, mîna Selîm Berekat ku bi zimanekî Erebî yê pir palkêş û bihêz dinvîse, ku gelek ji Rexinevanên Ereb li ser nivîsandina Selîm Berekatê Kurd nivîsandine û nerxandine , û yekî ji wan jî gotibû : " Kilîta Zimanê Erebî di destê Nivîskarekî kurd e ye ew jî Selîm Berekat e" lê xaleya herî baş ew e ku Selîm Berekat doza pirsa kurdî dike di nivîsandinê xwe de û ji jîngeha kurdî bingehê Romanê xwe û Helbestê xwe çêkiriye û çêdike ku ji bayê hinasa Qamişlo gotinên wî tên çapkirin ,

û ji toza cadeyê Amûdê û gundê Mosîsana hîn di fişka wî de gotinên dayik û pîran belav dikin li ser rûpela hestê wî , wiha xizmeteke mezin dide doza kurdî, û li ser astekî pir mezin belav dike , dibe ku ew palyozê me kurda yr , lê ji alîkî dî ve , hejmarek mezin ji Nivîskarên kurd hene ku ew jî di qadeya Helbest û Çîrok û Romanê de şer dikin lê şerekî bê sûde ji kurda re ji ber ku gelekî ji Qadeya xwe dûr in , û bi zimanê Erebî yan Farisî yan Tirkî dinvîsin û sûdê didin wan miletan û berê pişta hestê xwe didine doza kurdî , carcaran tu dibêje dibe ku ew ne kurd in , yan şîrê dayika kurd ne vexwarin , weke benda kurdî ku dibêje :" geyayê hewşê tak e " wiha zimanê kurdî bi wan tal û tirş e bi serde jî xwe ji Doza xwe dişon û xwe dûrî barê Neteweyê dikin , û Nimûne pir in, çi ji Kurdê Rojavayê Kurdistanê yan Rojhilata Kurdistanê yan Bakurê Kurdistanê,

heta ku mehrecan yan dîdarên herêmî yan Cîhanî çêdibin û ew kes têne vexwendin, ew Taybetmendiya kurdî nadin diyarkirin, di vir gotina Rojhilatnasê Ermenî yê binav û bang Yûsif orbîlî tê li ser ziman ku gotibû derbarê vê yekê de :" gelê kurd Qehremanê xwe wunda kirin, yên ku navê wan Dîroka gelên dî dixemilînin " Dibe ku dema hêza kurda pir mezin bû di dema Sultanê mezin Selah-eddînê Eyûbî û bi Erebî kurda dinivîsand û berî wê demê bi Farisî bû , û di dema Osmaniya jî guhdan bihtir bi zimanê Tirkî bû , ji ber vê yekê û ji ber ku piştî Şerê Cîhanê yê yekem sala 1914an heta 1918an û Şerê Cîhanê yê Dwyemîn sala 1939an heta 1945an , ku kurda Dewleta Kurdî ava nekirin û xaka Kurdistana pîroz hate dabeşkirin li ser 4 dewletan û kurd ne ji xaka xwe bê par man belku ji zimanê xwe yê nivîsandinê jî bê par man û gelek çîrok û serpêhatiyê kurdî hatin dizîn ji xelkên biyanî û xistine wêjeya xwe de ,

mîna çîroka Memûzîn ku Şêxê kurd yê bi nav û bang Mihemed Se'îd Remedan El-bûtî di salên 50î de ji sedsaliya bûrî nivîsandibû bi Erebî lê belav ne kiribû û dema şagirtekî wî ji Dewleta Ûrdinê dizîbû û kiribû xelekên diramî û navê çîrokê guhertibû û navê Qehremanên wê û navê Kurdistanê jî guhertibû ku ew çîroka kurdî kiribû erebî , ji ber vê yekê Seydayê Botî çîroka xwe ji Pertûka xwe ya malê derxist û çap kir , ji bo wêjeya kurdî wunda nebe , ev yek Seydayê Botî bi xwe gotibû, di wê demê de Seydayê Cegerxwîn serdana Seydayê Botî kir û spasiya wî kir li ser wan çîrokên kurdî yê belav kir û jêre got : " xizmeta ku te kir û navê kurd û Kurdistanê yê ku te di van çîroka de belav kir me wek Nivîskar û Siyasetmedarê kurd me ne kiriye " ev yek di salê 60î de çêbû lê neha û em di demeke nû de ne û hîn em li Zimanê xwe digerin, ku xwendevanê bi zimanê kurdî pir kêmin , ji bilî ku kurd bi zimanê Erebî û Tirkî û Farisî dinivîsin lê belê bi wan zimanan jî kurd Dixwênin, ji bilî Başûrê Kurdistanê ku gavên pir mezin di vî warî de avêtine pêş û zimanê kurdî serekî ye, lê beşên dî di metirsiya wundabûna Zimanê kurdî de ne, berî nêzîkî 80 salî ji tariya Zindaneke Îranê, Helbestvanê kurd Yûnis mella Re'ûf yê naskirî bi "Dildar " got : " Ey Reqîb her maye Qewmê kurd Ziman , Naşike û daneye bi Topê Zeman " , lê mixabin diyar e Ziman jî ji me Wunda dibe û Reqîb hê Dagîrkerê welatê me ye , û Zimanê me jî tevlî wêjeya me Dizî, û ziman bingeha serekî ye ji Neteweyê re ..

Rojnameya Kurdistan


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

762