Şehîd li gundê xwe bi xak hat spartin

Şehîd li gundê xwe bi xak hat spartin

Dec 15 2018

ARK NEWS .. Bi merasîmeke fermî û bi amedebûna efser û pêşmergeyên Leşkerî Roj cenazeya şehîd Haşim Ebdulqadir Izzidîn ji Herêma Kurdistanê berev Rojavayê Kurdistanê bi rê ket .

Îro 15ê Mijdarê 2018an cenazeya şehîd Haşim Ebdulqadir Izzidîn gihişt Rojavayê Kurdistanê û li gundê xwe li gundê Eror yê ser bi Girkê Legê ve bi beşdarbûnekê ji xelkê û bi bilindkirina siloganên girêdayî bi rola şehîdan bi xak hat spartin .

Şehîd Haşim Ebdulqadir Izzidîn duh dema ji erkê xwe vedigeriya mala xwe li ser riya Qesrok û Husêniyê li Herêma Kurdistanê rastî rûdaneke hatûçûnê hat di encam de Haşim Ebdulqadir Izzidîn şehîd bû û sê hevalên wî yên pêşmergeyên Leşkerê Roj birîndar bûn
Ş.E

563