Zarokekî kurd ji ber teqîna mayînekê li derdora Helebê şehîd bû

Zarokekî kurd ji ber teqîna mayînekê li derdora Helebê şehîd bû

Dec 10 2018

ARK NEWS .. Li gundewarê Helebê di encama teqîna mayineke çandî de zarokek şehîd bû û zarokekî din jî birîndar bû.

Jêdereke taybet ji ARKê re ragihand ku duh yekşemê 9/12/2018 di dema ku du zarok- yek ji wan bi navê Rodî Reşîd - li derdora mala xwe li navçeya Ehdas ya gundewarê Helebê dilîstin rastî mayineke çandî hatin di encam de zarokê bi nave Rodî Reşîd jiyana xwe ji dest da û şehîd bû ,herwiha zarokê din bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxanê hat veguhestin .

Rodî Reşîd temen 13 salî ye xelkê gundê Sinarê yê bi ser naçeya Şiyê ya bajarê Efrînê.

Delal Xelîl

390