Daxuyaniyek ji bo raya giştî bi helkefta 70emîn roja cîhanî ya mafên mirovan
Gelên Cîhanê û tevî Gelê kurd her sal li 10'ê meha çilê pêşiyê pêşwaziyê li roja navnetewî ya mafên mirovan dikin.
Ev roj ji aliyê Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li sala 1948'an hat pejirandin, piştî êş û azarên mirovan yên dirêj ligel tawanan li dijî mirovan, bi taybetî di dema di navbera du şerên cîhanê yê yekem û duwem de.
Danezana mafên mirovan hate ragihandin ji bo nasîna mafên sereke yên welatiyên hemû dewletan bêyî cudahiya netewî yan olî, regez, yan reng, û tevî giringiya daxuyaniyê û xebata berdewam ji bo wergerandina tekstên wê ji bo parastina maf û rûmetiya mirovan, ku hin jî mirovan rastî zilm û binpêkirin û tawanên curbicur li gelek cih û erda dibin, û ji wan jin behra herî bêhtir dibe.
Herweha zarok jî ku rastî cureyên cuda yên îşkence û bêparkirina ji xwendin û fêrbûnê dibin, û tevî leşkeriya bi darê zorê û tevlêbûna di nava çeng û şeran de, û tepeseriya miletan li ser binyatê netewî bûye nîşana gelek dewletan, û gelê Kurd jî modela vê zilm û tepeseriyê û jiholêrakirina taybetmendiyên wê yên netewî, ku rastî gelek şerên qirkirinê hatiye heta bi awayekî li dijî çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
Tirkiya hê jî mafên netewî yên herî bingehîn yên ji bo gelê kurd paşguh dike, û li bajarên Kurdistana Îranê bidarvekirin dîmenên tirsê yên rojane ne, lê li Sûriyê binpêkirinên mafên mirovan her ji dema desthilatdariya "Be'is" li destpêka salên şêstan yên sedsala borî ve û heta niha zêdetir dibin û welat bûye cihê zilma wê, û gelê kurd li ser destê wê rastî zilm û siyaset û projeyên nîjadperest bi awayekî sîstematîk hatiye bi armanca tinekirina wî her ji guhertina nav û şûnwarên Kurdan û heta bigihêje serjimariya awarte û projeya Kembera erebî ya kirêt, heta bi pêkanîna komkujiya xwîndar ya bi destê rejîmê li Qamişlo di sala 2004'an de ya bi armanca têkşikandina vîna têkoşîna gelê me, û piştî destpêka şoreşa gelê Sûriyê ya li dijî sitem û dîktatoriyê, gelê sûrî bi hemû pêkhateyên xwe yên civakî û netewî rastî tawanên mezin û felaket û bobilatên bêmînak hatin, bi taybetî jin û zarok ku bûne qurbaniyên herî mezin yên wan trajediyan, û gelê Kurd jî ji van êş û felekatan bêpar nebû, Kobanê ji aliyê çeteyên terorîst bi serkêşiya DAIŞ hat dagîrkirin, bi temamî û berfirehî hat wêrankirin, û xelkê wê bi girseyî koçber bûn.
Û îro Efrîn û xelkê wê hê jî rastî tawanên mezin yên mirovatî dibin li ser destê çeteyên komên çekdar yên hevpeymanên Tirkiyê di dema dagîrkirina Efrînê, û tevaya komên çeteyan radibin bi binpêkirinên metirsîdar li dijî hemû nirxên mirovan ji kuştin û koçberkirina bi darê zorê, û standina bac û xeracan û şewitandina zeviyên zeytûnan û dizî û talankirina milk û malan û hawirdkirina Erebên ji Elxûta û ji deverên din li Efrînê ji bo pêkanîna guhertineke demografî ya sîstematîk, ku di dema Encûmena Niştimanî ya kurdî bi tundî van binpêkirin û tawanan şermezar dike, hevdem li vê rojê berpirsiyariya derxistina van komên çeteyan ji herêma Efrînê têxe li ser stûyê Tirkiyê û herwisa bang li civaka navnetewî û welatên têkildar û rêxistinên mafên mirovan ya Netewên Yekbûyî dike ji bo dabînkirina vegera koçberên Efrîn bi awayekî aram û peydakirina pêdawîstiyên jiyana wan û radestkirina rêvebirina wê bo xelkê wê û parastina navnetewî.
Li herêmên kurdî yên din, yên di bin desthilata darê zorê ya pyd de, ku ji aliyê rêveberiya wê û dezgehên wê yên ewlekariyê, ku rêgezên mafê mirovan yên welatiyên kurd têne binpêkirin, her ji leşkeriya bi darê zorê heta standina bac û xeracên mezin yên bûne bargiranî li ser milê welatiyan û tevî destdanîna li ser milkiyeta taybet bi darê zorê, û zêdebarî sepandina rêbaza rêveberiya xwe li ser xwendinê, ku ji aliyê çi rêxistinên navnetewî yên têkildar ve nehatiye pejirandin, ku ev yek bûye sedema koçberiya xwendekar û malbatên wan ber bi navçeyên hundir yên Sûriyê, û di dîmenên trajediya de dayîk zarokên xwe ji taxekî dibin taxekî din, ku ev yek bi çi awayî xizmeta fêrbûna zimanê zikmakî nakê, hevdem ku mafekî xwezayî yên mirovan e, û herdem daxwazeke sereke bû ji daxwazên tevgera Kurdî bû û herwisa ji aliyê desthilata wê ve bi dehan kadroyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî û rêber û çalakvan û xudanên radebirînê hatine binçavkirin, û hê jî gelek ji wan binçavkirî ne û tevî daxistina ofîsên partiyên siyasî yên ENKS'ê û astengîyên li ser azadiyên giştî û qedexekirina bizavên girseyî û aştiyane, ku ev kiryar û gelek kiryarên din bûne sedemên koçberiya bi deh hezaran ji welatiyên kurd.
li vê rojê û di dema ku Encûmena Niştimanî ya kurdî, van kiryar u pratîkan şermezar dike hevdem bang li hemû rêxistinên mafên mirovan dike ji bo fişar û zextê bikin li ser pyd ji bo rawestandina binpêkirina xwe û vegera li ser riya rast ji bo peydakirina hêviyan li nik gelê Kurd û atmosfer û seqayeke erênî ji bo têgihiştin û diyalog û lihevhatinê di salvegera 70emîn ya Roja cîhanî ya mafên mirovan de, û herwisa Encûmen Niştimanî ya kurdî bang li Netewên Yekbûyî û yên têkildar dike ji bo serederiyê bikin ligel Danezan.
ENKS
10.12.2018
926
