ARK ronahiyê dixe ser rewşa derbiderên Efrînê yên li derdora Helebê
ARK NEWS .. Êş û azara efrîniyan li ser du beşan hatiye belavkirin, beşek li nav Efrînê ye, ku welatiyên wê yên kurd rastî dizî, lêdan, kuştin, talankirin, û girtina ser malan tên, û mal û milkên wan hatine desteserkirin, û ereb li şûna wan de hatine bicîkirin.
Beşê din li nav kampên derbideriyê de ye, ku li ser pênc kampan li Fafînê, Hirêtanê û derdora Helebê hatine belavkirin, herwiha beşek mezin ji derbideran di xaniyê kirê li Nubil, Zehrayê, Til Rif'et, Dêrcimêl, Ehrez û derdora Ezazê û Helebê de dijîn, û rastî pawankariyê ji aliyê xwediyên malan ve tên.
Li gor amarên fermî yên Netewên Yekgirtî ku 300 hezar kurdên Efrînê li kampên derdora Helebê, û gund û bajarokên Helebê ji ber şer û pevçûnan derbiderî wan deran bûne .
Li Efrînê ji ber guhdana mîdiyayên kurdî bi binpêkirinên ku rastî welatiyan li Efrînê tên, êş û azara wan welatiyan gihiştiye cîhanê û berbelav bûye, û rojane binpêkirin tê belgekirin.
Lê ji ber nebûna alavên ragihandinê ji bilî yên PYDê li kampên derbiderên Efrînê, tu kes hest bi êş, û azara wan kurdên ku malên xwe bi cî hiştine, û li wan deran bûne derbider nake, û tariyek pilankirî ji ragihandinê heye .
Bi hezaran hene xwena wan vegera Efrînê ye, lê ji ber ku tedbîrên hatine standin tu kes nikare ji nav kampan derkeve ,da ku berê xwe bide Efrînê yan herî kêm xwe bighîne asta mirovek ji xwe razî, û bi tenê di nav xaniyekê de niştecî bibe, û ji wan konan û çadiran rizgar bibin, nexasim taxên kurdan yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ku bi tenê çend kêlo mitran ji wan deran ve dûr in, lê ji ber çandina her yek ji PYDê û rêjîma Esed ji mayînan li derdora kampê re, tu kes nikare ji kampê derkeve, û her dem û demekê de derbiderên Efrînê dibine qurbaniya teqîna wan mayînan .
lê li aliyekî din de derfet ji bazirganan re heye, û bi serbestî bê ku mayîn biteqin, kesên ku karbin gujmeyên pereyên zêde dabîn bikin, dikarn bi qaçaxî ji kampan derkevin, û berê xwe bidin Helebê .
Ji bilî wê yekê rewşa derbideran, ne li havînê, û ne jî li zivistanê rewş e, li havînê bû bûn qurbaniya germê û hebûna dûpişik û maran û nexweşî berbelav bû bûn .
Li gor Heyva Sora Kurdî ya ser bi PYDê ve danpêdan bi tomarkirna 1700 rewş ji nexweşiya laşmaniya yan hebeya Helebê tê naskirin li nav kampên efrîynan kiribû .
li zivistanê êş û azar zêdetir, û pirtir bûye , beriya çend rojan dema barîna baraneke bihêz lehî rabû, û ew kon bin ava baranê de man .
ji bilî nebûna guhdana tendirustî ku ew yek ji aliyê Rêxistina Lêborîna Navdewletî ve hatibû belgekirin, rewşa xwendinê jî ne di asta xwestî de ye, ku ew nifiş wek çawa niha li Efrînê ji xwendinê bê par mane, li nav kampan de jî ji xwendinê mehrûm bûne .
Li gor welatiyên Efrînê dibêjn ku eger ew derbider vegeriyane warê xwe, îro Efrînê nedibû herêmeke erebî, ji ber ku herdem û demê de, wek derziyên bencê berpirsên PYDê soza rizgarkirina Efrînê didin, û rojê destinîşan dikin, ku derbderên Efrînê bi wê yekê dixopînin, ya herî dawiyê di nav kampan geriyan, û gotin rizgarkirina Efrînê dê di yekê meha 9/ 2018 de be, piştre ragihandin ji ber sedemên cuda piroseya rizgarkirina Efrînê hatiye paşxistin .
Ji ber tarîbûnekê di ragihandinê de rewşa derbiderên Efrînê hatiye paşguhxistin, ku êş, azar, kul, xem, û binpêkirinên li wan deran rûdidin ne kêmtir ji binpêkirinên Efrînê ne .
Mezintirîn binpêkirin biçekkirina 1200 ciwanên Efrînê ji bo mlîsên şî'î hatin biçekkirin, herwiha qedexeya vegera Efrînê bi bihaneya ku jiyan li nav kampan de ji bin dagîkeriya Turkiyê de bi rûmettir e û ew yek bû sedemek guhertina demografiya Efrînê .
Herdem çavê efrîniyan li vegera xelkê resen in, da ku careke din Efrîn şên bibe, û şîna li ser rabe û bi dawî were .
Ş.E
633
