Dergehê Nesîb careke din dikeve destê Rêjîmê de
Piştî bêtir ji şê salan ji kotirolkirina çekdarên Opozisyona Sûriyê ji dergehê Nesîb yê sînorî bi welatê Urdunê re çekdarên rêjîma Esed carek din ew dergeh xistin bin kontirola xwe de û ev yek hat piştî ku çekdarên opozisyonê gehiştin rêkeftinekê bi Rûsiyê re ku odeya operasiyonên leşkerî ya ser bi opozisyonê ve li bajarê Derayê roja înê daxuyaniyek belav kir û têde mercên rêkeftina wan bi Rûsiyê re derbarê rawestandina şer li Derayê tekez kirin .
Û ev rêkeftin têde hat xuyakirin ki divê çekdarên opozisyonê çekên xwe yên giran di çarçoveya çend mehan de radestî wan bikin herwiha di rêkeftinê de hatiye ku ew çekdar dikarin çerenivîsa xwe bi rêjîmê re çareser bikin û çekdarên naxwazin bi vê yekê rbin divê berê xwe bidin parêzgeha Idlibê li Bakurê Sûriyê.
Herwiha opozisyonê di rêkeftina xwe bi Rûsiyê re da xuya kirin ku dibe milîsyên rêjîmê yên taîfî derbasî gund û bajarokên Derayê nebin û xelkên derbider û penaber bi aramî vegerin ser mal û milkên xwe û dezgehên sivîl dest bi karên xwe bikin û rê li pêşiya kaûbarên abûrî vekin.
li aliyê mirovî Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan roja Înê ragihand ku 412 ji xelkê sivîl di hersê heftiyên bûrî de jiyana xwe ji dest dane di nav wan de 65 zarok û 43 jin hene .
Berdevkê NY Ferhan Heq di kongireke rojnemavanî de ragihand ku hijmara xelkê sivîl yên ji Derayê di çarçoveya şerê hersê heftiyên bûrî de derbeder bûn gehişt 325 hezaran .
Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Urdunê Eymen Sedefî di twîtekê de li ser malpera xwe ya Tiwîterê belavkir ku vegera penaberên Sûriyê yên li Urdunê dimînin di destpêka danûstandinên wan de ne bi hemû aliyan re ye .
820
