
Îsraîl şert û mercên rawstandina şer li Xezayê eşkere kirin
Serok wezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho şert û mercên rawstandina şer li Xezayê eşkere kirin.
Piştî derbasbûna nîzîkî sal û nîvekê li ser şerê Îsraîlê û Hemasê, Serok wezîrê Îsraîlê Binyemîn Netenyaho car merc ji bo rawestandina şerê Xezayê ragihandin, ew jî ev in:
1- Divê artêşa Îsraîlê rêya “Fîladlfiya” û dergehê “Refeh” kontrol bike.
2- Piştî bidawîhatina dema agirbestê carke din dê şer dest pê bike ta bigihe armancên şer yê destnîşankirî.
3- Vegera cekdarên Hemas bo Xezayê qedexe ye.
4- Serbestberdana hijmareke mezin ji girtiyan.
Şerê di navbera Îsraîlê û Hemas de piştî êrşekê ji aliyê grûpên El-Qesam yên ser bi Hemas ve di 7 Cotmeha 2023an de bi bîhtir ji 5 hezar mûşekan dest pê kir û ji wê demê ve bi hezaran sivêl bone qorbanî.
187