Erdogan: Vegerandina têkiliyên Enqere û Şamê li ber çavan e.
Serokomarê Turkiyê Receb Teyb Ardogan di 28ê Hezîrana 2024an ragihand: “ku derfeta xweşkirina pêwendiyan bi rêjîma Sûrî û serokê wê Beşar Esd re heye”.
Gotina Serokê Turkiyê, piştî ku serokê rêjîmê Beşar Esed amedebûna xwe ji hemu destpêşxerên girêdayî bi Sûriyê û Turkiyê da bi taybet şerê li dijî terorê û rêxistinên din di hevdîtina li gel şanderê Rûsî taybet bo Sûriyê gengeşe kir.
Serokê Turkiyê di daxuyaniya rojnamevanî de serbar kir "Em ê bi hev ra têkilîyên xwe yên bi Sûriyê ra jî weke berê pêş bixin."
Nîşan bi wê yekê kir û got: “em destewerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de nakin”.
Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan diyar kir ku Turkiye dixwaze rêjîma Sûriyê aramî û agirbestê ji bo “çareserkirina pirsgirêkên destûrî” û “gihandina aştiyê ligel dijberên xwe” bi kar bîne.
Fîdan tekezî li ser giringiya yekbûna rêjîm û opozisyona Sûriyê kir, ji bo rûbirûbûna terorê.
Rojnameya “Aydinlik” a Turkiyê ragihand, ku 15ê Hezîrana 2024ê, bi navbeynkariya Rûsiyê civînek di navbera berpirsên artêşa Turkiyê û Sûriyê li baregeha esmanî ya Hemeymîm a Rûsya li parêzgeha Laziqiyê hat li darxistin.
Ji aliyêkî dinva rojnama "El-Weten" a sûrî li ser zarê çavkaniyên şopandinê belav kir ku " civînên ewlekarî û leşkerî di navbera Turkiyê û rêjîma Sûriyê de li Hemeymîm red kir û helwesta Sûriyê derbarê şert û mercên nêzîkbûna bi Enqerê re nehatiye guhertin." Bi taybetî jî derbarê vekişîna Turkiyê ji axa Sûriyê.”
Di hevpeyvînekê da serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî piştrast kir ku hikûmeta wî ji bo lihevkirina navbera Turkiye û Sûriyê dixebite, û hêviya xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de hin gavên erênî di vî warî de werne avêtin.
Di dema dawî de doseya nêzîkbûna di navbera rêjîma Sûrî û Tutkî hatiye holê, û roleke eşkere ya Iraqê bi piştevaniya Erebistana Siûdî, Rûsiya, Çîn û Îranê û bi erêkirineke ne raste rast ya Emerîkayê heye.
174
