Girjî di navbera rêjîma Sûriyê û Turkiyê de di Encûmena Ewlekariyê de diristbû

Girjî di navbera rêjîma Sûriyê û Turkiyê de di Encûmena Ewlekariyê de diristbû

Jun 26 2024

Di civîna Encumena Ewlekariyê ya derbarê rewşa mirovî û siyasî li Sûriyê de, girjî di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de dirist bû,

ji ber ku nûnerê rêjîma Sûriyê Enqere bi berpirsatiya êş û azarên bi milyonan zarokên Sûriyê tohmetbar kir, di heman demê de nûnerê Turkiyê bersiv da ku rêjîma Sûriyê ji rastiyê dûr ketî ye.

Balyozê Turkiyê yê li Neteweyên Yekgirtî Ehmed Yildiz di axaftina xwe de got, "Şerê Sûriyê yek ji aloziyên herî wêranker ên herêmê ye" û got, "Rewşa heyî ji aliyê aborî, ewlekarî û mirovî ve ber bi xirabûnê ve diçe".

Yildiz bang li rêjîma Sûriyê kir ku "dest bi lihevkirineke niştîmanî ya rasteqîne biken" û bang li hemû aliyan kir ku "Danpêdanê bi metirsiya rewşa Sûriyê bikin û li gorî biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ji bo çareseriyê gavan bavêjin".

Nûnerê rêjîma Sûriyê li Netewên Yekgirtî Quseyî el-Dehak bersiva axaftina balyozê Turkiyê da û got ku Turkiyê amadebûna xwe tekez dike ji bo vegerandina aramî û aştiyê li Sûriyê, lê ji bo vê yekê divê Enqere dest ji piştgiriya teroristan li Sûriyê berde.

Dehak Turkiye tawanbar kir ku "aliyê sereke ye ji azarên bi milyonan zarokên Sûriyê yên ku rastî cureyên xerab li kampên penaberan li ser axa Turkiyê tên,

di nav de zewaca bi zorê, destdirêjî, û radestkirina wan ji qaçaxçiyan û terorîstan re”.

Wezîrê Derve yê Turkiyê roja Duşemiyê 24ê Hezîrana 2024ê daxwaz ji rêjîma Sûriyê kir ku rewşa aram, nebûna pevçûnan, çareserkirina pirsgirêkên destûrî û pêkanîna aştiyê ligel dijberên xwe binirxîne.

Serbar kir ku giringtirîn tişta Turkiye û Rûsyê di pirsa Sûriyê de bi dest xistine, rawestandina şerê di navbera rêjîmê û opozîsyonê de ye.

Di 10ê Gulana 2023an de yekemîn civîna wezîrên derve yên her çar welatan (Rûsiya, Sûriya, Îran û Turkiye) li Moskowê hat lidarxistin.

200