Çar sal ser şehîdbûna Ebdul Kerîm Mehmûd re derbas dibin
ARK NEWS .. Îro 2yê Berçileya 2018an, çar sal ser şehîdbûna Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDKSê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Şama paytexta Sûriyê derbas dibin, ku dibin eşkenceyê de li zîndanên rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest, û şehîd bû .
Xebatkar Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz bi tometên endamtiya partiyeke qedexekirî, û ne rewa û biçekkirina ciwanên kurd li taxa Zorava ya Şama paytext - ku ew tax piraniya nişteciyên wê kurd in - hate zîndankirin, û piştî du salan ji girtinê ji aliyê rêjîma Esed ve û ji ber ku rastî lêdan û eşkenceyê hat, jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû .
Xebatkar Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz yek ji niştîmanperwer û welatparêzên kurdên Rojavayê Kurdistanê bû , û bi dilsozî xizmeta doza gelê xwe dikir, û di gelek mangirtin û xwepîşandanên dijî rêjîma Sûriyê beşdarî kiriye .
Yek ji endamên komîta amedekarên xwepêşandana li pêş Qesera Esed 1986an debû , herwiha yek ji endamên koma Kawa ya çand û hunerî bû , û ji ber çalakiyên wî yên siyasî û civakî û çand û hunerî di newrozan de, û helkeftên kurdî de, rastî gelek astengiyan hat , û dihate zîndankirin û lêpirisîn û vekolîn pê re dihat kirin .
Piştî çalakî û liv û tevgera wî yên berçav, bû armanca rêjîma Esed, di 21 Tîmreha 2013an ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed dema girtin ser mala wî hat binçavkirin, û tometên wî heman tometên ku rêjîma Esed arastey hemû girtiyên xwe yên siyasî dikirin bû .
Ji bo çend heyvan li şaxên ewlekariya rêjîmê ma, piştre ji bo zîndana Edra ya navendî li bajarê Şamê hate veguhestin, û di wê derê de, Ji aliyê sêxoriya rêjîma Sûryê rastî lêdan, eşkenceyê, û sitemkariyê hat.
Xebatkar Ebdul Kerîm Mehmûd bavê Yelmaz endamê Komîta Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDKSê, û endamê taxa Zorava ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Şama paytexta Sûryê bû , xelkê gundê Kengelo yê devera Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û nişteciyê taxa Zorava ya Şamê bû .
Di 2yê Berçileya 2014an de di zîndana rêjîma Esed de jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû, li Şama paytexta Sûriyê bi xaê hate spartin .
Ş.E
616
