Rêjîme Sûriyê ragihand ku Esma Esed bi nexweşiya penceşêra xwînê ketiye
Serokatiya rêjîma Sûriyê îro Sêşemê ragihand ku Esma Esed hevjîna Beşar Esed tûşî nexweşiya penceşêra xwînê bûye.
Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku Esma Esed "dê di protokoleke dermankirinê ya pispor de derbas bibe ku şert û mercên hewce dike, di heman demê de ku dûrbûna civakî ya guncaw pêk bîne.
Ji ber vê yekê, ew ê ji karê rasterast dûr bimîne û beşdarî bûyer û çalakiyan nebe wekî beşek ji plana dermankirinê."
Serokatiya rêjîma Sûriyê berî niha di sala 2018an de ragihandibû, ku Esma Esed tûşî penceşêra sîng bûye, ku di qonaxên destpêkê de hatiye dîtin û di sala 2019an de jî Esma Esed ragihandibû ku ew ji wê nexweşiyê sax bûye.
252
