D.R Ebdulhekîm Beşar daxuyaniyek belav kir

D.R Ebdulhekîm Beşar daxuyaniyek belav kir

Dec 01 2018

ARK NEWS .. Piştî belavbûna wêneyên D.R Ebdul Hekîm Beşar û hin serkirdeyên PYDê ku hevdîtinek navbera wan de hatiye lidarxistin , îro 1 Berçileya 2018an D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya daxuyaniyek derbarê wê yekê de belav kir têde hatiye :

“Beriya çend rojan torên civakî û hijmareke malper wêneya min bi serkirdeyên PYDê, ku hevdîtneke hatiye lidarxistin navbera herdu aliyan de belav kir, di vê derbarê de ez dixwaz im zelaliyekê ji raya giştî bidim xuyakirin :

Beriya sal û nîvekê min pişniyarek ser Silman El Şêx ku ew jî serokê navenda Şêx Girûp bo lêkolînan e û bi xwe birîtanî ye, û ji despêka şoreşa Sûriyê guhdaneke taybet dide sûriyê , min ser wî pişniyar kiribû ku karekî li jêr navê diyaloga kurdî erebî li dar bixe û ew kar armancên wê ev in :

1 Beşdarî di zelalkirina doza kurdî bo raya niştîmanî sûrî giştî bi şêweyekî berçav, û çawaniya dîtina çareseriya demoqratî .

2 Dîtina çareseriyê ji metirsiyên cuda navbera kurd û ereban ku di encama siyasetên rêjîma Sûriyê di têkbirina pilankirî ji Sûriyê bû .

3 Çawaniya dûrxistina nakokiyên erebî kurdî nexasim piştî ku PYDê herêmên erebî dagîr kir û bi binpêkirinan rabûn “.

D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya di daxuyaniya xwe de herwiha dide zanîn ku : “ ew piroje beriya bêtir ji salekê bi rûniştinên diyalogî dest pê kiribû , û têde hijmarek ji kesayetên sûrî beşdar kirin, û karîbûn pêşketnekê derbarê pejrandina sûriyan ji doza kurdî bi dest xwe ve bîne , û dema ku mijar di rûniştinên dawiyê hate ser çawaniya dîtina çareyekî ji nakokiyan - PYDê yek ji alavên wê ye - serokê navendê biryar da ku endamin ji serkirdeyên PYDê vexwendî bike da ku raya aliyên din ji sûriyan bi zindî ser kiryarên wan ( PYDê ) û çawaniya çareserkirinê bibihîsin .

Ew vexwendin ji bo kesekî taybet nehate şandin ji ber ku di dema work şopan de vexwendin bi bê destnîşankirina navan ji welatan re tê şandin” .

Beşar dirêjahiyê bi axaftina xwe de tîne “ku di hemû work şopên girêday bi diyaloka erebî û kurdî de min beşdar kiriye nexasim ya dawiyê ya li jêr navê (Hikumdariya di Bakur Rojhilatê Sûriyê û rewatiya wê û rolên rêxistinên civaka sivîl di wir de) , û her yek ji Xalid îsa, Newaf Xelîl û Emced Osman ji bo wê hatin vexwendin, dema ku ez derbasî holê bûm min nzanîbû ku ew hersê navbûrî beşdarî di wê workşopê kirine” .

D.R Ebdul Hekîm Beşar herwiha bal kişandiye ser ku “di wê workşopê de min tekez li ser helwêstên di riya bi dehan gotarên xwe ser kiryarên PYDê kiriye, herwiha beşdarbûyên ji Minbic, Reqa û Dêrazorê jî helwêstên xwe ji kiryarên PYDê derbirandin” .

D.R Ebdul Hekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje ku “ez tekeziyê ji raya giştî re dikim ku ew wêneyên hatine belavkirin ya rûniştina dawiyê ji work şopa navenda bajarê Lahay ya Holendayê ye, ku di 28 û 29 Mijdarê bû û tu hevdîtinên fermî navbear min û PYDê de ne li ser asta kesayetî û ne li ser asta PDKSê nehatiye lidarxistin ji ber ku PYDê bi kiryarên terorî dijî gelê kurd radibe wek :

Girtin , şewitadina nivîsgehên partiyên Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê , leşkekirina zarokan , kuştin, belavkirina nezanî , koçkirina xelkê , qurbanîkirina bi hezaran ji ciwanan li biyabanan, ku tu berjewendiyên kurdî li wan şeran de tuneye, bi tenê ji bo deshelatdariya xwe ya demkî ye , herwiha bi binpêkirinên berfereh li herêmên erebî rabûne ji ber wê yekê tu çarî hevdîtin û danûstandin bi PYDê re nayê lidarxistin, ji bilî di çarçoveya mercên ku min di gotara xwe ya dawiyê de daye xuyakirin dê were lidarxistin” .

Ş.E






Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

545