Serokatiya ENKSê semînerek ji rewşenbîrên li Elmaniya re li dar xist

Serokatiya ENKSê semînerek ji rewşenbîrên li Elmaniya re li dar xist

Jun 24 2021

ARK NEWS... Li Elmanyayê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, simînareke giftûgoyî li dar xist.

Semînar ji aliyê her yek ji Silêman Oso, endamê desteya serokatiya ENKSê û Ebdulkerîm Hacî serokê nûneratiya Ewropayê ya ENKSê û hejmarek ji endamên wê di rêya onlayn ve hate pêşkêşkirin.

Di semînarê de hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedaran û kesayetên niştîmanî yên giringiyê didin warê siyasî û li Elmanyayê dimînin beşdar bûn.

Endamê desteya serokatiya ENKSê Silêman Oso behsa berdewamiya kirîza Sûriyê hevdemê destêwerdana Navdewletî û herêmî, amedekariyên ku têne kirin ji bo lidarxistna kongira çarem ya ENKSê kir, qonaxên pêşketina danûstandinên Kurdî Kurdî û berdewamiya binpêkirin û guhertina dîmografî li her yek ji Serê Kanyê, Efrîn û Girê Spî û peywendiya ENKSê bi opozsiyonê re bi giştî û hevpeymaniya Niştîmanî re btaybetî hate kirin.


254