Israîl bi mûşekan derdora Şamê armanc kir

Israîl bi mûşekan derdora Şamê armanc kir

Apr 01 2024

Balafirên şer yên Israîlê jimareyek bingehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li derdora Şamê bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî û canî rû dan.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku artêşa Israîlê şeva bûrî bi mûşekan Navenda Lêkolînên Zanistî ya li devera Cemraya li derdora Şamê armanc kir, serbarê armanckirina jimareyek bingekên leşkerî yên rêjîmê li rojavayê gundewarê Şamê.

Li gorî heman jêderê, di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûn û hin ziyanên madî derketine.

Berya cend rojan Israîl embareke şekan ya bi ser Hizbûllaha Lubnanî li devara Cebrîn li nêzîkî balafirxaneya Helebê ya Navdewletî û devera Elsefîra û Kefir Cûm armanc kiribû, û di encamê de herî kêm 40 çekdarên rêjîmê hatin kuştin.

64