Amûdê.. Çekdarên PYDê du kes revandin

Amûdê.. Çekdarên PYDê du kes revandin

May 10 2024

Li bajarê Amûdê yê rojavayê kurdistanê Çekdarên PYDê ciwanek û zarokek revandin û bo cihekî ne diyar ve birin.

Jêderên xwecihî ragihand ku roja Pênşemê çekdarên PYDê her yek ji Se`ed Kawa kunreş endamê PYK-S û endam di koma Xunav ya filiklorî di ku temenê wî 18 sal e, û zarokê bi nave Salih Hemîd Begarî yê temen 17 salî ku endame di heman komê de ji bajarê Amûdê yê rojavayê kurdistanê revandin.

Li gorî heman jêderan herdu kes bo cihekî ne diyar ve hatin birin , û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.


40