Binkeyeke serekî yê Heşdî Şeibî hat bombebaran kirin – Kuştî û birîndar hene

Binkeyeke serekî yê Heşdî Şeibî hat bombebaran kirin – Kuştî û birîndar hene

Apr 20 2024

Binkeyeke Heşda Şeibî li naverasta Iraqê hat armanckirin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî red kir ku ew êrîş ji aliyê wan ve hatibe kirin.

Medyaya Îraqî ragihand, îro piştî demjimêr 02:00ê sibê êrîşeke asmanî li ser Binkeyeke hêzên Heşda Şeibî li navçeya Kalsu ya li bakurê parêzgeha Babîlê kir armanc.

Li gorî ajansa nûçeyan a Bexdayê, firokeyeke nenas Binkeyê leşkerî ya Kalsu ya Heşda Şeibî bi du mûşekan kir armanc.

Jêderekî ji Wezareta Navxwe ya Iraqê jî ragihand, di encama êrîşê de kesek hat kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de diyar kir, di encama teqînên di Binkeyê leşkerî ya Kalsu de, ziyanên madî û birîndar hene û tîmên lêkolînê gihîştin cihê teqînê.

Li ser vê êrîşê, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyekeke kur li ser tora civakî “X” belav kir û ragihand ku haya wan ji êrîşa vê sibê ya li dijî Heşda Şeibî nîne.

CENTCOM di daxuyaniya xwe got: “Haya me ji nûçeyên ku dibêjin Amerîkayê îro li Iraqê êrîşên esmanî pêk anîne, hene. Ew rapor ne rast in. Amerîka îro li Iraqê ti êrîşên asmanî nekirine.”

Binkeyê leşkerî ya Kalsu, 20 kîlometre li başûrê Bexdayê ye, di sala 2011'an de piştî vekişîna leşkerên Amerîkî hatibû girtin. Lê piştre bû Binkeyê lîwayên 17 û 28 yên Heşda Şeibî.

Ji piştî şerê li Xezzeyê di navîna Cotmeha 2023an ve, Amerîka çendî caran hêzên di nava Heşda Şeibî de tometbar kiribû ku bi dron û mûşekan êrîşî li ser hêzên wê li Îraqê kirine. Herwiha Amerîka jî di bersivê de, çend baregehên wan hêzên bombebaran kiribûn.

38