Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kurseke fêrkirina nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî li Efrînê vekir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kurseke fêrkirina nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî li Efrînê vekir

Apr 19 2024

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çarçoveya berdewamiya çalakî û kursên xwe yên xwendinê li bajarê Efrînê yê R. Kurdistanê, korseke fêrkirina zimanê Kurdî li navçeya Cindirêsê vekir.
.
Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Şefkar Remedan ragihand ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navçeya Cindirisê ya bajarê Efrînê li R. Kurdistanê kursek bo fêrkirina nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî vekir.

Şefkar Remedan amaje bi wê yekê jî kir, ku armanca kursa fêrkirina nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî di qonaxa yekem de ew e ku kadroyeke perwerdeyê ji derçûyên zanîngehan û xwedan bawernameyan amade bike ku bikarin di pêşerojê de xelkê bajarê Efrînê fêrî zimanê Kurdî bikin.

Rewac Hacî endamê desteya rêveberî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li baregeha bingehî ya wê saziyê li bajarê Efrîna, R. Kurdistanê, pêşwazî li 42 mamosteyên zimanê kurdî kir û.

45