Serok Barzanî cejna Sersala Êzdiyan pîroz dike
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne.”
Peyama Serok Barzanî:
Bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî hemû xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kêfxweşiyê ji bo wan dixwazim.
Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen a gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in. Divê xwişk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin li ser cih û warên xwe û dawî li koçberî û wê êşê were ku ji aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve li ser wan hatiye sepandin.
Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye û divê ev ferhenga dewlemend bê parastin.
Hêvîdar im hemû cejn û helkeftên we bi aştî û dilxweşî derbas bibin. Bimînin bi xêr û xweşî
52