Nûneratiya Ewropa ya ENKSê Desteyek Rêveberî ya nû helbijart

Nûneratiya Ewropa ya ENKSê Desteyek Rêveberî ya nû helbijart

Apr 17 2024

Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê ronahî xiste ser dawîn pêşhateyên siyasî li Rojhelata Navîn û bi taybetî dawîn pêşveçûnên Rojavayê Kurdistanê.

Bi amadebûna Muhemed Ismaîl Sekreterê PDK-Sê û endamê Desteya Serokatiya ENKSê, duh Duşemê Nûneratiya Ewropa ya ENKSê civîna xwe ya normal li bajarê Hêrne ya Elmanî li dar xist.

Di civînê de Ismaîl behsa dawîn pêşhateyên siyasî li Rojhelata Navîn bi taybetî dawîn pêşhateyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û doseyên girêdayî wê.

Herweha di civînê de pirsên rêxistinî, siyasî û ragihandinê û hin mijarên din hatin gotûbêjkirin.

Çawaniya ektîvkirina xwecihyên ENKSê li deverên ku kurd lê hene li dervî welat û pêngavên pêwîst yên ku werne avêtin ji bo danûstandin û hemahengiyê li gel rêxistin û çalakiyên navdewletî yên girêdayî bi karûbarên berevaniyê di ber mafên mirovan de beşekî din ya wê civînê bû.

Herweha amadebûyan tekezî li ser rola sereke ya ENKSê di nava Itîlafê de ku, û bi taybet çesipandina mafên gelê kurd li Sûriyê kirin.

Di heman civînê de kiryarên PYDê û çekdarên wê di revandina endam û kadir û alîgirên ENKSê û rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê, û revandina zarokan û leşkerkirina wan şermezar kirin.

Di dawiya civînê jî Necah Heyvo weko Seroka Nûneratiya Ewropa ya ENKSê hate helbijartin li gel helbijartina her yek ji Ebd Elkerîm Hacî û Kendal Remo di nivîsgeha serokatiyê de.







65