Mesrûr Barzanî: Heta naha jî kes û alî hene ku bi fikra şovenî ve mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê înkar dikin

Mesrûr Barzanî: Heta naha jî kes û alî hene ku bi fikra şovenî ve mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê înkar dikin

Apr 14 2024

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 36emîn a enfalê de peyamek belav kir û ragehand: Rejîma berê ya Iraqê ji bo jiholêrakirin û qirkirina gelê Kurdistanê pêla jenosîdê û komkujiya enfalê pêkanî.

Îro 14.04.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û diyarkir: ‘’Îro salvegera tewanekî mezin û birînekî nehatî pêçan a di bedena gelê Kurdistanê ye, ku 36 sal berî naha rejîma berê ya Iraqê ji bo jiholêrakirin û qirkirina gelê Kurdistanê pêla jenosîd û komkujiya enfalê encam da.

Herwaha got: ‘’Enfal tewaneke bê hempa û yê nayê jibîrkirin e û divê berdewam ew tewan û qurbaniyên me li bîra me be û nifşên me yên paşerojê bizane ku xelkê Kurdistanê, çi qurbaniyên mezin ji bo mafên netewî yên rewa dane.’’

Serokwezîr Barzanî got: ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeta zêdetir ji malbat û merivên enfalbûyan re kirinê wek erkê xwe dizane. Li heman demê de em teqez dikin ku erk û berpirsyartiya exlaqî û destûrî ya hikûmeta federal a Iraqê ye ku bi awayekî wekî layîq divê kesûkar û merivên enfalbûyan û hemû qurbaniyên dest rejîma Beis qerebû bike.’’

Serokê Hikûmetê ragehand: ‘’Tişta ku cîhê xemgîniyê ye heta naha jî kes û alî hene ku dixwazin bi hizra şovenî ve û bi hemû fikir û aqilê ku pişt encamdana enfalê bû, bi heman awayî mafên rewa û destûrî yên gelê Kurdistanê înkar bikin ku di encama xebat û tekoşîneke bê hempa ya gelê Kurdistanê de hatine bidestxistin.’’

Mesrûr Barzanî got: ‘’Di salvegera pêla enfalê de bi rêzdarî em serê xwe ji bo hemû şehîd û enfalbûyên Kurdistanê ditewînin û dê herdemê di bîranînên me de zindî bimînin.’’

25