Rêveberiya PYDê zêdetirî 20 demjimêran elektrîka Kobanî qut kir û da Minbic û Sirînê.

Rêveberiya PYDê zêdetirî 20 demjimêran elektrîka Kobanî qut kir û da Minbic û Sirînê.

Apr 13 2024

Li gel nerazîbûneke mezin di nav xelkê de, rêveberiya PYD berdewam elektrîkê ji Kobanî û gundewarê wê li R. Kurdistanê qut dike, ji bo ku xelkê neçar bike ku panelên rojê ji bazirganên PYDê bikirin.

Çavkaniyên medyayî yên xwecihî ragihandin ku rêveberiya PYDê bi mebest elektirîka niştimanî ya bajarê Kobanî û gundewarê wê ji bo heyama zêdetirî 20 demjimêran di rojê de qut kir.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku lêçûna sazkirina panelên rojê ji bo yek malê di navbera (1,500 - 2,000) dolarê Emerîkî de ye, û ji ber ku piraniya xelkê nikaribin vê mîqdarê ji bo kirîna panelên rojê misoger bikin, piraniya wan çûne jeneratorên piçûk bikirin tevî kêmbûna sotemeniyê.

49