Mesrûr Barzanî: Ez spasiya berxwedan û sebira gelê nîştimanperwer yê Herêma Kurdistanê dikim

Mesrûr Barzanî: Ez spasiya berxwedan û sebira gelê nîştimanperwer yê Herêma Kurdistanê dikim

Apr 10 2024

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xweşî û şahî bo gelê Kurdistanê û bidawîhatina hemû şer, nexweşî û azaran li cîhanê.”

Naveroka peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya hatina cejna pîroz a Remezanê, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayiş û navxwe û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan.

Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xweşî û şadî bo gelê Kurdistanê û bidawîhatina hemû şer, nexweşî û azaran li cîhanê.

Spasiya xweragirî û bihna fireh a gelê niştimanperwer ê Herêma Kurdistanê dikim ku alîkarê me bûn ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar a aborî. Hêvîdar im ev rêkeftin û hevtêgihiştina li gel aliyên peywendîdar ên hikûmeta federal li ser mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê pêk hatiye, berdewam be û di paşerojê de jî mijara mûçeyan ku mafê rewa û destûrî yê gel e, têkelî ti kêşe nakokiyên siyasî neyê kirin û fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê jî mehane bi wayekî asayî bi rêya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê xwe wergirin.

Herwiha em hêvî dikin ku ev pêşkeftin û pêngav bibin destpêka çareserkirina pirsgirêkên din ên hilawîstî û hemû pirsgirêkên mayî jî bi hevtêgihiştin û pabendbûna bi destûrê, çareser bibin.

Cejna we pîroz be û Xwedêyê mezin Kurdistanê biparêze

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

22