QSDê zarokek li Minbicê revand

QSDê zarokek li Minbicê revand

Apr 06 2024

Di berdewamiya siyaseta Hêzên Sûriya Demokratîk a tirsandina û revandina zarokan, wan direvînin û dxine kampên leşkeriya neçarî de li herêmên ku di bin kontrola wan de ne, zarokek ji bajarê Minbicê bi armanca leşkeriya neçarî revandin.

Çavkaniyeke taybet ji malpera Ark News re ragihand ku çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) keça 16 salî ya bi navê Mîrna Ebdulwêsî El-Wêsî ji bajarê Minbicê revandin. ji bo leşkerî neçarew birin

Fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava QSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

55