Çekdarên Elşerqiyê careke din vegeriyane Efrînê
ARK NEWS .. Piştî şer û pevçûnên giran navbera girûpên çekdar û çekdarên Şûhede Elşerqiyê li navenda bajarê Efrînê hatin rûdan di 18/11/2018 ku di encam de hijmareke kuştî û birîndar ketin, û piştre gihiştin rêkeftina derxistina çekdarên Elşerqiyê ji navenda bajarê Efrînê ji bo navçeya Cindirêsê, da ku di demeke din de ji bo Idlibê werin derxistin , careke din hin girûpên ser bi Şûhede Elşerqiyê ve vegeriyane Efrînê .
Li gor jêdereke taybet ji nav bajarê Efrînê ji ARKê re ragihandiye ku careke din hin girûpên çekdarên Şûhede Elşerqiyê vegeriyane malên ku li navenda bajarê Efrînê desteser kiribûn.
Jêderê amaje bi wê yekê kir ku baregehên ku Elşerqiye tê de bûn ketine destê hin girûpên din yên çekdar de û piştê wê operasyonê deshelatdariya wan kêm bûye .
Ji aliyê xwe ve Azad Osman endamê Encûmena Xwecihî ya Efrînê di dema beşdariyê di bûlteneke ARKê de ragihandibû ku ew girûp dê ji bo Idlibê werin şandin .
Herwiha Rewangeha Sûriyê ya mavê mirvan di raporteke xwe de dabû zanîn ku piranîya çekdarên Şûhede Elşerqiyê bi gerantiyekê ji Turkiyê vegeriyane Efrînê .
Piştî şerê 18 Mijdarê ku li navenda bajarê Efrînê hatibû rûdan ku di encamda 32 ji girûpên çekdar û 14 ji ha Şûhede Elşerqiyê hatibûn kuştin , çalakvanekî kurd ji bajarê Efrînê sedma şerê di navbera çekdarên Şûhede Elşerqiyê û girûpên çekdar de eşkere kribû " Çekdarên Şûhede Elşerqiyê biryara Turkiyê ji bo veguhestina hin deverên kurdî ku goman tê kirin şerek li wê derê rû bide red kiribûn ".
Wî çalakvanî herwiha ameje bi wê yekê kirbû ku bêtiriya çekdaran li gel malbatên xwe li bajarê Efrînê bi cî bûne û mal û milkên welatiyan û berhemên çandiyê dizîn û desteserkirin û cihê xwe girtine û naxwazin careke din beşdariyê di şerekî din de bikin .
Çekdarên artêşa niştmanî di 18 mijdarê righandibû ku ew dê bi operasyonekê dijî girûpên ku binpêkirnan derheqê welatiyan de rabûne encam bide û çekdarên û Şûhede Elşerqiyê, Elhemzat û Siltan Mûrad di nav wê lîsteyê de bûn .
Ş.E
517
