pêla vegera malbatên kurd bo Efrînê berdewam e
Apr 04 2024
Tevî astengî û binpêkirinan, pêla vegera malbatên penaber, derbider û koçberkirî bo ser zêdên xwe li Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e, herî dawî du malbatên din vegeriyan ser mal û milkên xwe
Jêdereke xwecihî taybet ji ARKê re ragihand ku duh Çarşemê( 3 / 4 / 2024 ) du malbaten kurd vegeriyan ser zêdên xwe li navenda Bilbilê û gundê Baliya li li Efrîna rojavayê kurdistanê.
Li gor amarên ARKê ji destpêka sala 2024an ve bi dehan malbatên kurd vegeriyane navçe, û gundên xwe li Efrîna rojavayê kurdistanê.
53