Çekdarên PYDê Bilind Mela Ismaîl serbest berda
ARK NEWS… Çekdarên PYDê li Rojavayê Kurdistanê, îro 14ê Adara 2023yan, Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ye serbest berda.
Di 28ê Berçileya 2022yan, li Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çekdarên PYDê Hisên Silêman endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê revandin.
jêdera ARKê da zanîn ku îro Bilind Ismaîl hat berdan, herweha Hisên Silêman endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê 31ê Çileya 2023yan de hatibû berdan.
Ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Sûriyê wergirtiye, berdewam serkirde, çalakvan, endam û alîgirên ENKSê direvîne, mebest jê li gorî çavdêrên siyasî, terorkirina siyasî ye.
Ş.E
361
