Hewlêr.. penaberekî Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da

Hewlêr.. penaberekî Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da

Mar 28 2024

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, penaberekî Rojavayê Kurdistanê, di encama bûyereke hatûçûnê de canê xwe ji dest da.

Jêderên nêzîk ji malbatê ragihand ku duh êvarî li ser rêya kampa Dareşekran – Hewlêr li nêzîkî navenda bazarakeskatiyê " El`elwa" bûyera hatûçûnê rû da, û di encamê de penaber Mustefa Elî Temir xelkê taxa Meheta kevin li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê ye canê xwe ji dest da.

penaber Mustefa Elî Temir temen 52 salî ye, xêzandare û bavê 5 zaroka ye, termê wî li goristana kampa Dareşekranê bi xakê hate sipartin.

60