Heleb .. Çalakî ji bo Ocelan û PKKê hat lidarxistin .

Nov 27 2018

ARK NEWS .. Li taxa Şêx Meqsûda Helebê ku piraniya xelkê wê kurd in nexasim yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne , ne ji bo derbiderên kurdên Efrînê yên ji ber şer û pevçûnan ji cî û warên xwe ku di serma û germayê de li deverên derdora Helebê li bin konan de dijîn derketine kolanan, û nerazîbûna xwe dane zanîn û rabûne, lê belê ji bo kesê ku bihaneya Turkiyê ji bo derbasbûna Efrînê PKKê û serokê wê Ebdula Ocelan rabûne .

Duh 26 /11/2018 berpirsên PYDê li taxa Şêx Meqsûda Helebê bi çalakiyekê bi hildana al û wêneyên PKKê û Ebdula Ocelan rabûne , û meşek encamdan bê ku jiyana xelkê derbider yên li derdora Helebê bînin bîra xwe yan hewlekê li cem hevpyemanên xwe rêjîma Esed bikin, da ku berê wan bidin taxên kurdî wek Şêx Meqsûd ,Eşrefiyê, Siryan û Bistan Başa û hin taxên din li helebê, û ji astengî û zehmetiya jiyana kampan û derbiderên derkevin û rizgar bibin .

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku ew çalakî tê de hatiye lidarxistin bi tenê çend kîlo mitran ji kampên derbidrên Efrînê li derdora Helebê ve dûr e, û piraniya xelkê Efrînê kesûkarên xwe li wê taxê hene.
Lê niha - Derbidrên Efrînê- bûne qûrbaniya biryara berpirsên PYDê, ne derfetê ji wan re vedikin ku vegern Efrînê , bi bihaneya jiyan li kampan ji jiyana ji bin dagîrkeriya Turkiyê de birûmetir e , û ne jî derfetê ji bo çûna wan ji bo taxên kurdî wek Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vedikin.

ku niha bi taybet di werzê zivistanê de ew derbider rewşa wan her diçe xerabtir dibe û tu alîkariyên guncaw ji wan re nayên pêşkêşkirin .

Bihaneya Turkiyê ji derbasbûna Efrînê hildana wêneyên Ebdula Ocelan û hebûna PKKê bû, û PYDê tu hewl ji bo birîna bihaneyên Turkyê li Efrînê nekir û niha heman sînariyo li herêmên din yên Rojavayê Kurdistanê wek Kobanê û Cizîrê dûbara dibe û gevên Turkiyê bi hebûna PKKê li wan deveran derdikeve bê ku PYD ê wan bihaneyan li pêş çavên Turkiyê bigre da ku keraseta Efrînê li wan deran jî dûbara nebe .

Ş.E


436